KCK: PDK’ê û Tirkiyê ji bo belavkirina Mexmûrê polîtîkayeke hevpar dimeşînin

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê têkildarî êrişên li ser Mexmûr û Zînî Wertê daxuyaniyek da û diyar kir ku PDK’ê bi gotinên xwe êrîşên Tirkiyê li ser Mexmûrê rewa dike û Tirkiyê jî cesaretê ji vê yekê digre. KCK’ê îşaret bi rewşa Zînî Wertê jî kir û teqez kir ku arman dorpêçkirina herêma Qendîlê ye û Tirkiyê û PDK’ê li ser vê yekê lihevkirine.
Ji bo şer û rageşî dernekeve KCK’ê bang li gelê Kurd û dostên wan kir ku bi lezgînî helwesta xwe nîşan bidin.

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê têkildarî êrişên li ser Mexmûr û Zînî Wertê daxuyaniyeke nivîskî weşand.

KCK’ê diyar kir, dewleta Tirk û PDK ji bo belavkirina kampa Mexmûrê polîtîkayeke hevpar dimeşînin û wiha got:

“Dewleta Tirk ji ber dilsoziya Mexmûrê ya bi Rêber Apo û PKK’ê re êrîş dike. PDK jî bi gotina ‘bandora PKK’ê li wir heye’ hincetê ji van êrişan re dibîne. Dewleta Tirk êrîşên xwe dispêre van gotinan û rewa dike.”

KCK’ê bîr xist ku gelê Mexmûrê 2014’an deriyê Hewlêrê ji DAIŞ’ê parast û teqez kir ku ti Kurdek û kesên xwedî wijdan vê helwesta PDK’ê qebûl nake.

KCK: PDK’ê û Tirkiyê li ser dorpêçkirina herêma qendîlê lihevkirine

KCK’ê da zanîn ku armanca PDK’ê ji avakirina baregehekê li Zînî Wertê dorpêçkirina qada gerîla ye û wiha domand:

” Dewleta Tirk a dagirker û PDK’ê li ser dorpêçkirina herêma Qendîlê li hev kirine. Tirkiyê wê di demeke guncav de êrîş bike. Tirkiyê bêyî piştgiriya PDK’ê nikare êrîşî Qendîlê bike û eger planeke êrîş û dagirkirinê ya li ser Qendîlê nebûya, PDK’ê gava ji bo bicihbûna li Zînî Wertê nediavêt.”

KCK: PDK’Ê Li dijî gerîla şer ragihandiye, divê gel bi lezgînî helwest nîşan bide

KCK’ê careke din teqez kir ku ew naxwazin li dijî ti tevgereke siyasî ya Kurd şer bikin û ev tişt anî ziman:

“Lê bicihbûna hêza leşkerî ya PDK’ê li qadeke serwer a li Qendîlê wê teqez neyê qebûlkirin. Ji xwe YNK’ê jî nerazîbûna xwe nîşan daye. PDK bi bicihbûna li Wertê li dijî gerîla şer ragihandiye. Şehîdkirina hersê gerîlayan ku bi exbariyê pêk hat, vê yekê eşkere dike.

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê ji bo ku rageşî û şer dernekeve bang li gelê Kurd û dostên wan kir ku bi lezgînî helwesta xwe nîşan bidin.

Back to top button