HPG: Li Xakurkê 3 leşkerên dewleta Tirk hatin kuştin

Di çalakiya Gerîlayên HPG û YJA Starê li dijî leşkerên dewleta Tirk a dagirker li herêma Xakurkê de 3 leşker hatin kuştin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê têlidarî çalakiyê daxuyaniyek nivîskî weşand û ev agahî da:

Artêşa Tirk a dagirker 15’ê Nîsanê li qada Ermûşê ya herêma Xakurkê ya Herêmên Parastinê yên Medyayê dest bi operasyoneke dagirkeriyê kir.

Gerilayan jî li dijî dagirkeran, çalakiyek sabotajê pêk anîn.

Di çalakiyê de 3 leşker hatin kuştin.

HPG’ê nasmeya gerîla Bahar Qendîl û Têkoşîn Şoreş ku 9’ê Mijdara 2019’an li qada Girê Hallac ê navçeya Bazîd a Agiriyê şehîd bûbûn jî eşkere kir.

Back to top button