NY: Ji ber têkçûna aboriyê bi sedhezaran zarok bi mirinê re rûbirû ne

NY hişyarî da û got, ji ber vîrûsa Coronayê ku bandoreke mezin li aboriya cîhanî kiriye, dibe ku bi sedhezaran zarok li cîhanê bi mirinê re rûbirû bimînin.

Sekreterê giştî yê NY António Guterres got:

Divê cîhan bi tevahî ji bo zarokan bikevin tevgerê û li dijî vîrûsa Coronayê her tiştê ji dest tê bikin.

Li gorî rapora NY têkçûna aboriya gelek welatên cîhanê ji ber vîrûsê, wê rêjeya mirina zarokên feqîr ji salên borî bilindtir bike.

NY destnîşan kir îsal dibe ku ji 42-66 milyon zarok tevlî jimara zarokên feqîr li tevahiya cîhanê bibin.

Li gorî daneyên NY, 386 milyon zarok li cîhanê di feqîriyê de dijîn.

Back to top button