Aldar Xelîl: Eger Başûrê Kurdistanê bê dagirkirin, wê Rojava bifetise

Endamê Desteya Hevserokatiya PYD’ê Aldar Xelîl diyar kir ku êrişên dagirkeriya dewleta Tirk ên li ser Başûrê Kurdistanê ji bo Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pirsgirêka ewlekariya neteweyî ye û got,

“Eger Başûr bê dagirkirin wê Rojava bifetise. Bi serketina berxwedana gerlîa wê statuya Rojava, Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê bigihêje asteke bilindtir û mayinde bibe.”

Endamê Desteya Hevserokatiyê ya PYD’ê Aldar Xelîl derbarê armanca êrişên dewleta Tirk ên li ser Başûrê Kurdistanê û girtina nûnerên Rêveberiya Xweser yên li Hewlêrê, ji ajansa Firatê re axivî.

Aldar Xelîl anî ziman ku armanca Erdogan ji êrîşên li ser Başûrê Kurdistanê ew ku heta 2023’an tevahiya Başûr-Rojavayê Kurdistanê û Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê dagir bike.

Li dijî vê yekê ger berxwedan nehatiba kirin, Erdogan wê gihîştiba Mûsil û Kerkûkê.

Aldar Xelîl: Ger ne berxwedana gerîla bana, wê Erdogan niha gihaştibû Mûsil û Kerkûkê

Xelîl teqez kir sedemên parastina Başûrê Kurdistanê berxwedana li Rojava û berxwedana gerîla ya li çiyayên Kurdistanê ye.

Endamê Desteya Hevserokatiya PYD’ê bal kişand li ser hevkariya PDK’ê bi dagirkeriya Tirk re û piştrast kir ku PDK piştgiriya êrişan dike.

Aldar Xelîl: Êrişa li ser çiyayên Kurdistanê ewlehiya me ya neteweyî xerab dike

Aldar Xelîl îşaret bi êrişên dagirkeriya dewleta tirk ya li ser başûr û bandora wê ya li ser Rojava jî kir.

Aldar Xelîl: Bi serketina berxwedana gerîla wê statuya Rojava, Bakur-Rojhilatê Sûriyê mayinde bibe

Endamê Desteya Hevserokatiyê ya PYD’ê Aldar Xelîl , têkildarî girtina nûnerên Rêveberiya Xweser û PYD’ê li Hewlêrê jî, ev tişt anî ziman.

Back to top button