Meclisa Leşkerî ya Minbicê: Hêzên me tankeke Tirkiyê li gundê El-Cat ê Minbicê teqand

Hêzên Meclisa Leşkerî ya Minbicê taneke dewleta Tirk a dagirker li gundê El-Cat ya Minbicê rûxand.

Navenda Çapemeniyê ya Meclisa Leşkerî ya Minbicê daxuyand ku şervanên wan tankeke girêdayî artêşa Tirk li gundê Cat ku hewl dida derbasê gundên di parastina hêzên meclisê bibe, rûxandin.

Navendê destnîşan kir ku di encama topbarana dijwar a bi çekên giran ji hêla dewleta Tirk û çeteyên wê ve, li dijî gundên şênî tê de hene şênî ji malên xwe ji ber derbeyên giran koçber dibin û gelek malên wan hatin rûxandin.

Back to top button