Bi diruşma “Rojbûna rêbertî rojbûna me ye” li Dêrikê şahiyek ji zarokên şehîdan re hate lidarxistin.
Bi boneya 4’ê Nîsanê roja rojbûna Rêber Ocalan, Meclisa Malbatên Şehîdan a Dêrikê bi diruşma “Rojbûna rêbertî rojbûna me ye”, şahiyek ji zarokên şehîdan re li dar xist.
Şahî bi beşdarbûna bi dehan zarokên şehîdan û malbatên wan li navenda Çand û Hunerê ya Dicle hate lidarxistin.
Piştre Koma Cûdî, zaroka bi navê Sorxwîn Xalid, Koma Kulîlkên Kurdistanê û Canda Remedan stran gotin û govend gerandin.
Di dawiyê de Meclisa Malbatên Şehîdan diyarî da zarokên şehîdan belav kir.