Di hilbijartina Serokkomariyê ya Bakurê Qibrisê de, alîgirê Erdogan, Ersîn Tatar bi ser ket.
Li Qibrisa di bin dagirkeriya Tirkiyê de, duh tora duyemîn a hilbijartinên serokkomariyê pêk hat.
Di encama hilbijartinê de, namzetê Partiya Yekîtiya Neteweyî- Ersîn Tatar ku Erodgan piştgiriya wî dikir, bi girtina 67 hezar 385 dengan bi ser ket û serokkomarê nû yê Bakurê Qibrisê.
Serokkomarê berê yê Qibrisa dagirkirî Mustafa Akinci jî diyar kir ku destwerdana Tirkiyê li hilbijartinan hatiye kirin.
Piştî encamên hilbijartinan, yekser Erdogan Tatar pîroz kir û axaftinên nîjadperestiyê avêtin.
Erdogan diyar kir ku ew ê li Qibirsê ji bo Tirkên Qibrisî têkoşînê bikin.