19 dewletan banga agirbestê û derbaskirina alîkariyan ji bo Sûriyê kirin

Di civîna li Romayê de Amerîka, Komkara Erebî, Yekitiya Ewropa û dewletên din bi daxuyaniyeke hevbeş banga agirbestê li tevahiya Sûriyê û hêsankirina derbaskirina alîkariyan kirin.

Di civînê 19 dewletan ji bo çareseriya aloziya Sûrî daxuayniyek hevbaş dan û bal hate kişandin ser biryara Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî ya 2254’an û ev biryar wekî çareseriya yekane ji aloziyê re hate nîşandan.

Wezîrê Karên Derve yê DYA’yê eşkere jî kir ku wan 436 milyon dolar weke alîkarî ji Sûriyê re veqetandine.

Fûad Hisên: Divê ji koçberên Iraq û Sûrî re alîkariyek lezgîn were şandin

Di heman civînê de Wezareta Derve ya Îraqê ji civaka navdewletî daxwaz kir ku di zûtirîn dem de alîkarî ji gelê Sûriyê re werin şandin.

Wezîrê Derve yê Îraqê Fûad Hisên di axaftina xwe ya di civînê de, metirsî û fikarên Îraqê derbarê rewşa Sûriyê de anî ziman û daxwaza şandina alîkariyên lezgîn ji gelê Sûriyê re kir.

Back to top button