7 rêxistinên Başûrê Kuristanê banga rawestandina êrîşên Tirkiyê kirin

Her ku diçe di nava civaka Başûrê Kurdistanê û Îraqê de dengên li dijî êrîşên dagirkeriya dewleta Tirk derdikevin û zêde dibin. 7 rêxistinên Başûrê Kurdistanê, û Koma Tevgera Goran ya li Parlamentoya Iraqê di nav de, gelek aliyan ev êrîş şermezar kirin û gotin heger êrîş dewam kirin, dibe ev nerazîbûn bighêjin berxwedana çekdarî.

Dewleta Tirk a dagirker êrîşên xwe yên li ser Başrûrê Kurdistanê bê navber didomîne.

Di asta Başûrê Kurdistanê û Îraqê de her ku diçe deng li dijî êrîşan bilind dibin.

Duh êvarî 7 rêxistinên Başûrê Kurdistanê bi daxuyaniyekê hevbeş bang li civaka navneteweyî kirin ku bi lez dawî li dagirkerî û komkujiyên dewleta bîne.

Serokê Rêxistina Dîdara Aştiyê Mihemed banga rawestandina êrîşan kir.

Koma Tevgera Goran a Perlematoya Îraqê: Tikriyê serweriya xaka Îraqê binpê kiriye

Koma Tevgera Goran ya li Parlamentoya Iraqê jî ji bo heman mijarê dagirkeriya Tirkiyê şermezar kir û got:

Kiryarên dewleta Tirk, binpêkirina serweriya Iraqê ye û êrîşên pêşî li dagirkeriya Tirkiyê bê girtin.

51 Perlemeterên Îraqê: Me li dijî êrîşan serî li pêngava yasayî daye

Parlamenterên Iraqê jî bi heman armancê daxwaznameyek bi îmzeya 51 parlamenteran radestî serokatiya parlamentoya Iraqê kirin.

“Me dijî hewldanên dewleta Tirk yên ji bo wêrankirina xwezaya Kurdistanê, serî li pêngavên yasayî daye.

Divê dawî li êrîşên dagirkeriyê û destdirêjiya dewleta Tirk ya li ser Axa Iraqê were.”

Lêkolînerê Îraqî: Hegr Tirkiyê êrîşên xwe bidomîne, wê dijberiya wê bibe berxwedana çekdarî

Lêkolînerê Îraqî Cewad El-Beydanî jî da zanîn ku niyeta deweleta Tirk avakirina bargeheke leşkerî û ezmanî di herêmê de ye.

El-Beyadanî bibîr xist ku êrîşên dewleta Tirk li ser herêmê ne nûne, lê tişta nû ew e ku niha ji sê aliyan ve êrîşî herêmê dike û dixwaze herêmên bi sînorên Sûriyê, Îran û herêmên parastinê yên Medya dagir bike.

El-Beydanî di dawiya axaftina xwe degot:

“Em rewşê dişopînin, em dibêjin heger Tirkiyê êrîşên xwe domandin wê rastî nerazîbûnek pir mezin were, dibe bighêje berxwedaneke çekdarî jî.”

Hizbî Zehmetkêşanî Kurdistanê: Dewleta Tirk li welatên herêmê bûye metirsîdar

Endamê Polîtbûroya Hizba Zehmetkêşên Kurdistanê Bêkes Qadir jî da zanîn ku dewleta Tirk li welatên herêmê bûye metirsîdar û divê helwestek cidî li dijî wê were nîşandan.

Hevseroka Tevgera Azadî: Divê Başûr bibe qada serhildan û ne razîbûna li dijî dagirkeriyê

Hevseroka Tevgera Azadî ya Silêmaniyê Şehên Mihemed bêdengiya li dijî dagirkeriyê rexne kir û got:

“Divê Başûr bibe qada serhildan û nerazîbûna li dijî dagirkeriyê.

Back to top button