Li Qamişlo gelek ciwan tevlî YPG û YPJ bûn

Êrişên dewleta Tirk a dagirker li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê û pêkanîna komkujiyan li dijî herêmê, di çarçoveya bersivdana bangewaziya parastina herêmê de gelek ciwan li Qamişlo tevlî YPG û YPJ`ê bûn.

Li dijî êrişan ji heft salî heya heftê salî di nava seferberî de ye.

Hemû pêkhateyên herêmê bi pêkanîna stratejiya şerê gelê şoreşgerî, amadekariya şer dikin.

Li ser vê bingehê îro li bajarê Qamişlo 25 ciwan tevlî YPG û YPJ`ê bûn.

Ciwanan destnîşan kir ku dê her li pişt hêzên xwe bin û ew ê dev ji axa xwe bernedin û welatê xwe biparêzin.

Her wiha ciwanan anîn ziman ku dijmin her roj dibêje ku dê PKK û gelê kurd tune bike, lê belê îro 45’emîn salvegera damezirandina PKK û her roj li çiyayên Kurdistanê, bi dehan leşkerên Tirk tên kuştin.

Ev yek îsbat dike ku PKK û gelê kurd wê tu carî tune nebin, wê her mezintir bibin.

Back to top button