Eseed Mihamîd yê 16 salî ku doh di êrişa dewleta Tirk ya li ser gundê Tinib yê Şerayê de şehîd bibû îro hate oxirkirin.
Artêşa Tirk a dagirker duh gundê Tinib ê navçeya Şera bi dijwarî topbaran kir.
Di encamê de zarokê bi navê Eseed Mihêmîd yê 16 salî şehîd bû û 2 kesên din jî birîndar bûn.
Îro şêniyên Şehbayê tevî Koçberên Efrînê bi merasîmekê zarokê bi navê Eseed Mihemed oxir kir.
Di merasîmê de kesên axivîn êriş hat şermezar kirin.
Kobaniyan 6 endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger yên şehîd bi bîranîn
Her wiha li aliyekî din sala borî di 25’ê Kanûnê de cihekî ciwanan li Kobanê hat hedefgirtin.
Di encamê de 6 endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê şehîd bûn.
Her 6 endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê di salvegera şahadeta xwe de hatin bibîranîn.
Li Tebqayê bi merasîmekê 33 şehîdên maha Mijdar û Kanûnê hatin bibîranîn
Meclisa Malbatên Şehîdan a Tebqayê jî 33 şehîdên ku di meha Mijdar û Kanûnê de li cih û salên cuda şehîd bûne, bi merasîmekê bi bîranîn.
Di merasîmê de gelek kes axivîn û soza şopandina rêya şehîdan dan.