Li sernaserî bi boneya 25’ê Mijdarê herêmê çalakî hatin lidarxistin

Bi heman armancê li bajarê Hesekê, Kobanê, Minbic, Tebqa û Reqa jî çalakiyên cur be cur hatin lidarxistin. Di çalakiyan de tundiya li ser jinan hat şermezar kirin û banga tevlibûna çalakiyên 25’ê Mijdarê hat kirin.

Bi boneya 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li dijî Tundiya ser Jinan li herêmê çalakî hatin lidarxistin.

Di vê çarçoveyê de Yekîtiya Jinên Suriyan li Hesekê bi tevlibûna bi dehan ji jinan meşek li dar xist.

Piştî meşê Yekîtiyê daxuyaniyek da, banga tevlîbûna çalakiyên 25’ê Mijdarê li jinan kir û got:

”Divê tevahî jin bi yek dengê li dijî tundiyê dengê xwe bilind bikin û têkoşîna xwe mezin bikin”.

Li bajarê Kobanê jî bi tevlibûna mamosteyan semînereke li Akademiya Viyan Amara hate dayîn.

Semîner ji aliyê Kongreya Star, Navenda Lêkolînên Jineolojî û Rêxistina Sara ve hat organîzekirin.

Hevseroka Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya Herêma Firatê Peyman Ebdurehman semînera da û got:

”Divê jin li hember tundî û zilmê têkoşînê bikin û benda tirs û bêdengiyê bişkînin.”

Meclisa Jinan a Sûriyê, li Minbicê jî semînerek li hola Kombûna Jinan a Zenûbiya da.

Di semînerê de cûreyên tundiya li ser jinan, sedemên wê û têkoşîna li hemberî wê hatin şîrovekirin.

Endama Komîteya Qanûnî ya Meclisa Jinan a Sûriyê Xedîce Şewax semîner bi rêve bir û got:

“Tundiya li ser jinan binpêkirineke eşkere û diyar ji mafên mirovan e û bandorê li civakê dike.”

Yekitiya Jinên Ciwan a Reqayê bi daxuyaniyekê balkişand ser rewşa jinên li herêmên dagirkirî û got:

”Jinên li Efrîn, Serê Kaniyê û Girê Spî yên dagirkirî hîn jî bi hemû cureyên tundiyê re rû bi rû dimînin”.

Bi heman armancê Yekitiya Jinên Ciwan a Tebqayê jî daxuyaniyek destpêkirina pêngava “Ji bo têkbirina tundî û dagirkeriyê tê bikoşe” ragihand.

Back to top button