Gelê herêmê li dijî tecrîdkirina Rêber Apo bi hêrs e û rojane di nava çalakiyan de ne.
Li Helebê bi meşeke girseyî tecrîd hate şermezarkirin.
Însiyatîfa parêzeran jî banga azadiya fîzîkî ya rêber Apo kir.
Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê rojane ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo çalakiyên curbicur têne lidarxistin û tecrîd tê şermezarkirin.
Meclisa Jinan a Meclisa Malbatên Şehîdan a Helebê bi vê armancê meşeke girseyî li dar xist.
Meş ji pêşiya hola 8’ê Adarê destpê kir û li Qada Şehîdan veguherî mêtingê.
Li vir endama Meclisa Malbatên Şehîdan Rûşîn Mûsa axivî û got:
“Ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan, divê têkoşîn were mezinkirin.”
Însiyatîfa parêzeran bi daxuyaniyek banga azadriya Rêber Apo kir
Însiyatîfa Parêzeran a Parastina Rêber Abdullah Ocalan a Sûriyeyî li pêş avahiya Dadgeha Reqayê Kom bûn û daxuyaniyek da.
Însiyatîfê di destpêka daxuyaniya xwe de xîtabî Sekretera Giştî ya Rêxistina Efûyê ya Navnetewî Agnes Callamard kir û wiha got:
“Me Însiyatîaf Parêzeran a Parastina Rêber Abdullah Ocalan bi armanca serbestberdana wî ava kir.
Rêber Apo girtiyekî siyasî ye, di oxira azadiya gelê Kurd de ku doza Kurd li Tirkiye û herêmê giştî çareser bike têkoşiya.
Kurd 60 milyon kes derbas kir û ji hezaran salan ve li herêmên xwe yên resen dijîn.
Lê belê ji tevahî mafên xwe yên rewa bêpar in.”
Însiyatîfê da zanîn ku ev 2 sal û nîv in rêber Apo ji mafên xwe yên têkildan û hevdîtina bi malbat û parêzerên xwe re mehrûm e û got:
“Ji 25′ê Adara 2021′ê ve agahî jê nayên wergirtin.
Heta niha parêzeran 800 daxwaznameyên serlêdanê kirine û ev daxwaz hatine redkirin.
Ev cezayên li dijî Rêber Apo dermirovî û tund in.
Însiyatîfa Parêzeran a Parastina Rêber Abdullah Ocalan a Sûriyeyî bi vê bangê dawî li daxuyaniya xwe anî:
“Em bang li CPT’yê dikin ku bi erkên xwe yên hiqûqî û mirovî rabe û ji bo azadiya fîzîkî ya rêbertî gavên ber bi çav bavêje.”
Meclisa Malbatên Şehîdan a Minbicê banga azadiya fîzîkî ya Rêber Apo kir