Mîhrecana 5. a Osman Sebrî li Qamişlo hat lidarxistin

5’emîn Mîhrîcana Osman Sebrî ya Wêjeyê li Qamişlo hat lidarxistin û têde 4 nivîskar hatin xelatkirin.

Desteya Çandê ya Herêma Cizîrê û Dîwana Wêjeyê ya 5’emîn Mîhrîcana Osman Sebrî ya Wêjeyê li dar xist.

Mîhrecana ku tenê ji bo çîrokan bû bi slogana “Şoreş giyanê wêjeyê ye” li hola Mihemed Şêxo pêk hat.

Nivîskarên ji Bakur û Rojhilatê Sûrî, Kurdistan û cîhanê nivîsên xwe şandibûn û tenê 11 çîrok hatin qebûlkirin.

Di mîhrecanê de axaftin hatin kirin û lidarxistina mîhrecanê hat pîrozkirin.

Piştre sînevîzyonek li ser jiyana Osman Sebrî hat pêşandan û çîrok û helbest hatin xwendin.

Di mîhrîcanê de ji aliyê koma şanoyê ya bi navê (Jiyan) şanoyek bi sernavê Komeleya Çandî hat pêşandan.

Her wiha hunermend Mizgîn Tahir bi koma Orkêstra Zarokan a Rojava ya mûzîkê re stran got.

Di dawiyê de 4 nivîskar hatin xelatkirin ji wan 3 bi zimanê erebî û 1 bi zimanê kurdî bû.

Back to top button