Li Îranê êrişên bi gazên jehrî li dijî xwendekaran berdewamin

Li Îranê êrişên bi gazên jehrî li dijî xwendevanan dewam dikin, xelkê Îranê û çalakvanên civaka sivîl dijî êrişan nerazîbûna xwe tînin ziman.

Li Îran û Rojhilatê Kurdistanê êrişên jehrîkirina xwendekarên keç berdewam dikin.

Çalakvanên mafên mirovan û parêzeran daxwaz ji rayedarên hikumeta Îranê kirin ku berpirsyariya xwe li hemberî van êrişan bi cih bînin.

Li gorî nûçeyên hatine weşandin car din li ser dibistanên keçan êrişên bi gaza jehrî pêh hatin.

Roja 6’ê Gulanê ango doh, herî kêm 3 dibistanên keçan rastî van êrişan hatine.

Di encama êrişê de bandor li ser tendirustiya xwendekaran bûye.

Li gorî raporên mafên mirovan, 8 dibistanên keçan li bajarên Sine, Benah, Seqiz, Yezd, Tehran û Kirmaşanê rastî êrişên gaza bi jehrî hatine.

Rojhilatê Kurdistanê.. Li 28 dibistanan jehrîkirina xwendekaran!

Back to top button