Rojhilatê Kurdistanê.. Li 28 dibistanan jehrîkirina xwendekaran!

Jehrîkirina xwendekaran li seranserê Îranê ji rojevê dernakeve.
Deshilata ji vê bihêrs bûye, êrişî dibistanan dike.
Doh êrişî 28 dibistanan hate kirin.
Welatiyên ku bertek nîşanî vê bûyerê dan jî deshilata Îranê weke ‘hikûmeta zarok-kuj’ bi nav kir.

Jehrîkirina xwendekarên keç li Îran û Rojhilatê Kurdistanê yek ji rojeva sereke ya welate ku bi hemane bandora xwe diparêze.

Doh careke din herî kêm li 28 dibistanan jehrîkirina xwendekaran hebû.

Bi taybetî li bajarên Karac, Şehriar, Zencan, Kirmaşan, Meşhed, Îsfehan, Tebrîz, Oşnûye û gelek bajarên din bûne hedefa êrişên kîmyewî.

Di heman demê de li bajarê Seqizê jî xwendekar neçûn dibistanan.

Rêveberên hin dibistanên bajarê Banê jî daxwaz ji malbatên xwendekaran kirin ku zarokên xwe neşînin dibistanan.

Hêzên Îranê êrişî welatiyan kir

Piştî van êrîşan hêzên asayîşê li derdora dibistanan bi welatiyan re ketin pevçûnê û bi bombeyên gazê êrişî welatiyan kirin.

Bêtirî 4 meh bi ser destpêkirina jehrîkirina xwendekarên keç li Îranê re derbas bûye.

Lê heta niha jî dewleta Îranê nekariye sûcdarên esasî bigre an jî davî li vê êrişê bîne.

Welatî deshilata Îranê berpirsê sereke yê êrişan dibîne

Hêrsa welatiyan û malbatên xwendekaran jî li hemberî van êrîşan roj bi roj zêde dibe.

Malbatên xwendekaran, dewleta Îranê bi êrişa ser zarokên xwe tewambar dikin û li hember van êrişên kîmyayî li bajarên curbicur nerazîbûna xwe dewam dikin.

Welatî di çalakiyan de deshilata Îranê weke “hikûmeta zarok-kuj” bi nav dikin.

Hêzên dewletê jî ji bo tepisandian van nerazîbûnan zextên zêde bikar tînin.

Back to top button