Rûsya moşeka balistîk a navparzemînî ceriband

Rûsya êdî dixwaze çavê rojavayîyan bitirsîn e.
Rûsya piştî cemidandina peymana New START, moşeka navperzemînî ya balistîk ceriband.
Moskow ragihand ku ceribandin bi serketî pêk hatiye.

Rûsya, bi rêya ceribandina moşeka balistîkî ya navparzemînî careke din metirsiya çekên nukleerî derxist pêş.

Doh di vê çarçoveyê de, Moskow moşeka balistîk ceriband.

Wezareta Parastinê ya Rûsya li ser mijarê daxuyaniyek da.

Wezaretê got:

“Ekîbên şer li qada ceribandinê ya Kapustin Yar ji bejayê moşekeke balîstîk a navparzemînî bi serkeftî avêtin.”

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku moşek li qada perwerdehiyê ya Sary-Şagan a li Qazaxistanê ku hatibû destnîşankirin ketiye.

Ceribandina mûşekê hemwextî rawestandina beşdarbûna Rûsyayê di peymana dawî ya kontrolkirina çekên nukleerî ya bi Dewletên Yekbûyî yên Amerîka (DYA) re hat.

Ji dema êrişa li ser Ukraynayê ve, Serokê Rûsya Vladimir Putin gefa di rewşa êrişeke metirsiya li ser welat de ew ê çekên nukleerî bikar bîne dida.

Di dawiya meha Sibatê de, Putin ragihand ku ew beşdarbûna xwe di Peymana Nû ya Kêmkirina Çekên Stratejîk (New START) de radiwestîne.

Di rewşa asayî de Amerîka û Rûsya ji bo sînordarkirin û kontrolkirina hevbeş a stokên nukleerî kar dikirin.

Putin her wiha ragihand ku ew ê çekên nukleerî yên taktîkî li welatê cîran û hevalbend Belarûsê bi cih bikin.

Herdu kiryarên Rûsyayê ji aliyê NATOyê ve hatin şermezarkirin.

Cureyê mûşeka ku di avêtina roja Sêşemê de hat bikaranîn nehat eşkerekirin, lê Wezareta Parastinê got:

Armanc ceribandina alavên şer ên pêşkeftî yên moşekên balîstîk ên navparzemînî ye.

Moşeka sarmat a putin amade ye?

Rûsya jî xwe amade dike ku cureyeke nû ya mûşekên balîstîk ên navparzemînî bi cih bike.

Putin ragihandibû ku wê moşeka Sarmat heta dawiya salê amade bibe.

Ji aliyê din ve Amerîka daxuyakirin ku moşeka navborî di ceribandineke dawî de têk çûye.

Sarmat ya ji hêla analîstên rojavayî ve weke “şeytan 2” tê binav kirin, xwedî kapasîteya hilgirtina gelek serikên nukleerî ye.

Back to top button