Wezîrê Parastinê yê DYA Austin serdana Ukraynayê kir

Wezîrê Parastinê yê DYA Lloyd Austin ji nişka ve serdana Ukraynayê kir.
Austin di serdanê de teqez kir, piştgiriyên xwe ji Ukraynayê re bidomînin.
Her wiha tê payîn meha bê li Waşîngtonê konferanseke leşkerî pişeyî ya hevpar a Ukrayna-DYA were lidarxistin.

Wezîrê Parastinê yê Dewletên Yekbûyî yê Amerîkayê DYA Lloyd Austin anî ziman li hember êrîşên Rûsyayê wê piştgiriya xwe bi Ukraynayê re bidomînin.

Austin têkildarî serdana xwe ya bo Ukrayna di parvekirina li ser medya dijîtal a X’ê de, wiha got:

“Îro ji bo peyameke girîng bidim hatim.

DYA li dijî êrîşkariya Rûsyayê di têkoşîna azadiyê de wê li gel Ukraynayê bisekine.”

Austin ji destpêka şerê Rûsya û Ukraynayê ve cara duyeme serdana wî welatî dike.

Austin: Em li gel Ukraynayê ne

Di Kongreya DYA’yê de Komar-parêzan di mijara alîkariya Ukraynayê de li eniya muxalîf cîh digirin.

Austin û Wezîrê Karê Derve Antony Blinken, runiştineke di meha Cotmehê de bang li parlamenteran kiribûn da ku piştgiriya xwe ji Ukraynayê re bidomînin.

Şefê Pentagonê got: “Beyî desteka me wê Serokê Dewletê ya Rûsyayê Vladimir Putin biserkeve.”

DYA ya ku alîkariya leşkerî ya herî mezin da Kievê, ji Sibata 2022’an ve bi deh mîlyaran dolar destek da Ukraynayê.

Tê payîn meha pêşiya me li Waşîngtonê konferanseke leşkerî pişeyî ya hevpar a Ukrayna-DYA were lidarxistin.

Êrîşên Ukrayna ku ji bo heremên girêdayî Ukraynayê ku ketibûn bin kontrola Rûsyayê rizgar bike, bi ser neketibû, Rûsyayê jî li rojhilatê ji nû ve dest bi êrîşê kir.

Rayedarên Kîevê dibêjin Moskowê di zivistanê de jî bombar-dimanên xwe bidomîne û ev yek bibe sedema bi mîlyonan Ukraynî di seqem û tarîtiyê de bimînin.

Back to top button