Reuters: Artêşa Tirk ji 7 xalên çavdriyê yên li Idlibê vekişiya

Careke din li ser herêmên bakurê Sûrî planên qirêj tên gerandin.
Di nava bêdengiya Rûsyayê de artêşa Tirk û çeteyên wê êrîşên xwe yên li ser Eyn Îsayê dijwar kirine.
Lê balkêşe ku şevê din artêşa Tirk ji 12 xalên çavdêriyên xwe yên li Idlbiê 7 jê radestî hêzên Şamê kir.
Ev xal ji xwe dibin dorpêça hêzên Şamê de bû, lê dewleta tirk li mayîna wan xalan de bi israr bû.

Li Idlibê bazarên qirêj navbera Tirkiye û Rûsyayê de tê kirin.

Artêşa Tirk ji xalên çavdêriyê vedikêşe û herêmê ji hikumeta Şamê re dihêle.

Ajansa Reutersê bi nûçeya xwe ya spartî çavkaniyek ji Tirkiyê ragihand ku artêşa Tirk ji 7 xalên çavdêriyê yên ku di bin dorpêça hêzên Şamê de bû vekişiyaye.

Ev xalên çavdêriyê bi temamî ketin bin kontrola hêzên Şamê.

Heman çavkanî diyar dike ku leşkerên ku ji van xalên çavdêriyê derketine li herêmên din yên çeteyên wan bicih bûne.

Li gorî Peymana Soçî 2018’an ku navbera Rûsya û Tirkiyê hatibû îmzekirin dewleta tirk wê li herêmên Idlibê 12 xalên çavdêriyê ava kiriban.

Di şerê hêzên Şamê yên li dijî çeteyên dewleta Tirk yên li Idlibê de beşek ji van xalên çavdêriyê ketibûn bin dorpêça hêzên Şamê.

7 xalên çavdêriyê yên dewleta tirk li ser rêya M5 ya navbera Morik-Helebê de bûn.

Derketina ji van xalên çavdêriyê şevê din bi dawî bû.

Li herêma Idlibê bi qasî 10 heta 15 hezar leşkerên Tirkiyê hene.

Dewleta tirk vekijîna ji van xalan weke cihguhertinê binav dike.

Lê tişta xuya dike li herêmê bazarek qirêj navbera dewleta tirk û Rûsyayê de heye.

Balkêşe hemwextî vekişîna artêşa tirk ji van xalan li Eyn Îsa artêşa tirk û çeteyên wê dest bi êrîşeke berfireh kiriye.

Back to top button