Li Dêra Zorê li ser xebat û pêşketinên li herêmê, komxebatek hat lidarxistin

Li Dêra Zorê li ser xebat û pêşketinên li herêmê, komxebatek hat lidarxistin.

Navenda Sûrî ya Lêkolîn û Diyalogan bi slogana ”Diyalogên Firatê ber bi beşdarbûna çalak a civakî ve” komxebatek li dar xist.

Şandeya ji wezareta derve ya Amerîkayê, Koalîsyona Navneteweyî, endamên MSD’ê û hevserokatiya Meclisa Sivîl a Dêrazorê beşdarî komxbatê bûn.

Kesên ku komxebat bi rêve birin diyar kirin ku armanca komxebatan guhdarkirina li daxwazên şêniyan e.

Di komxebatê de jî li ser navê Koalîsyona Navneteweyî axaftin hatin kirin û wiha hat gotin,

Em ê li ser parastina ewlehiya li Dêra Zorê ya ku Meclisa Dêra Zorê bi dest xistî, dewam bikin.

Her wiha hat diyarkirin ku ew ê di warê perwerdeyê û tenduristiyê de jî alîkar bin.

Piştî nîqaşkirina rewşa siyasî, aborî, xizmetguzarî û ewlehî, wekî encamên komxbatan, daxwazên şêniyan hatin rêzkirin.

Daxwazên hatin girtin jî wê pêşkêşî MSD’ê û Rêveberiya Xweser bibin da ku tevlî encamên Kongreya Şêniyên Cizîrê û Firatê bikin.

Back to top button