Tevgera Talîban êrîşî bejarê Xezne kir

Tevgera Talîban bi dijwarî êrîşî bajarê Xezne yê Efganistanê kir û di navbera wan û hêzên hikûmetê de şerekî dijwar rû da.

Li gorî dezgehên ragîhandinê yên herêmî, Tevgera Talîban bi armanca girtina bajar ji gelek aliyan ve êrîş pêk anî.

Ev pêşketina Tevgera Talîban di dema ku Wezareta Parastinê ya Almaniya ragîhan ku wan bi temamî hêzên xwe ji Efxanistanê kişandiye, pêk hatiye.

Almaniya hêzên xwe ku 20 salin li Efxanistanê bûn, bi temamî vekişandin

Hêjaye bibîrxistinê ku ev 20 sal in leşkerên Almaniya di çarçoveya NATO yê de li Efxanistanê hatibûn bi cihkirin.

Fermandarê Hêzên Amerîka li Efxanistan Scott Miller jî hişyarî da ku piştî vekişîna hêzên NATO ji Efxanistanê metirsîna ku şerê navxweyî li welat derkeve pir mezin bûye.

Miller her wiha da zanîn ku tevgera Talîban di Efxanistanê de fikarên wan zêde kiriye.

Back to top button