Biden li Îrlanda ya Bakur e

Serokê DYA Joe Biden li Belfastê di salvegera 25. a Peymana Îna bi Xêr a ku li Îrlandaya Bakur aştî bixwere anî berê xwe da wî welatî.

Biden li Balafirgeha Navnetewî ya Belfastê ji aliyê Serokwezîrê Îngilistanê Rishi Sunak ve hate pêşwazîkirin.

Biden beriya serdana xwe wiha got:

“Ez bi hêvî me ku salvegera aştiyê li Belfastê pîroz bikim û girêdana DYA yên ji bo parastina aştiyê û pêşvebirina bextewariyê destnîşan bikim.”

Bi peymana ku di sala 1998’an de hat kirin, şerê li Îrlandaya Bakur ku bi dehan salan dom kir û bi hezaran mirov hatin kuştin, bi dawî bû.

Li Belfastê ji bo serdana Biden tedbîrên ewlehiyê yên tund hatin girtin û gelek rêyên kuçeyan ji trafîkê re hatin girtin.

Biden her çiqasî pesnê siyasetmedarên 1998’an peyman îmzekirî dabe jî, pevçûna hêzê ya li nava hikumeta welat serdan di bin siya xwe de hiştiye.

Partiya Yekîtiya Demokrat a Brîtanyayê (DUP) sala borî ji bo protestokirina rêgezên bazirganiyê yên piştî Brexitê yên ji bo Îrlanda Bakur ji Parlamentoya Herêmî ya Îrlanda Bakur vekişiya.

Back to top button