Taywan: 35 Balafir û 8 keştiyên şer ên Çînê li derdora giravê bûn

Piştî tetbîqata 3 rojan a Çînê hêjî tevgre leşketî li derdora Taywanê heye.
Taywanê ragihand ku 35 balafir û 8 keştiyên Çînê li derdora giravê hatin dîtin

Wezareta Parastnê ya Taywanê li ser rewşa dawî ya li derdora gravê daxuyaniyek da.

Wezaretê diyar kir ku piştî bidawîbûna tetbîqata leşkerî ya artêşa Çînê ji doh heta îro 35 balafir û 8 keştiyên şer ên Çînê li derdora giravê hatin dîtin.

Hate ragihandin ku ji 35 balafiran 15 balafir ji xetên esmanî û deryayî yên Taywanê derbas kirine.

Hêjayî bibîr xistinê ye ku ev tetbîqatên Çînê piştî serdanên Seroka Taywanê Tsai Ing-wen bo Amerîkaya Navîn û Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê pêk hat.

Di tetbîqata 3 rojan de, 8 Nisan’ê 71 balafir û 9 keştî, 9’ê Nîsanê 70 balafir û 11 keştî, 10’ê Nîsanê jî 91 balafir û 12 keştiyên Çînê hatin bikar anîn.

Back to top button