Li kampa Holê depoya çêkrina moliotofan hat dîtin

Di encama pêngava birêxistinkirin û paqijkirina kampa Holê de, Hêzên Ewlehiyê depoyeke çêkirina molotofan dîtin.

Di depoyê de madeyên benzîn, gaz û spîrto ku ji bo çêkirina molotofan bi kar tîne, hate dîtin.

10’ê Hezîranê Hêzên Ewlehiyê ji bo rêxistinkirin û paqijkirina nava Kampa Holê dest bi pêngavekê kiribûn.

Di pêngavê de, hêzên Ewlekariya hindurîn, hêzên QSD û Koalîsona navdewletî hebûn.

Doh hat ragihandin ku pêngava paqijkirina kampa Holê bi dawî bûye.

Kampa Holê ku 45 km li Rojhilatê bajarê Hesekê ye, 74 hezar ji malbetên DAIŞ’ê lê hatine bicihkirin.

Û ev kamp weke bombeyeke li ber teqînê tê pênasekirin.

Back to top button