HPC: Pêngava Gurzê Gelan komploya li dijî herêmê têk bir

Hêzên Parastina Civakî (HPC) ya Çilaxa diyar kir ku Pêngava Gurzê Gelan komploya li dijî herêmê têk bir û got, “Em amade ne herêma xwe biparêzin.

Hêzên Parastina Civakî (HPC) ya navçeya Çilaxa ya bi ser Qamişloyê ve bi daxuyaniyekê êrişa çeteyên DAIŞ’ê ya li ser Girtîgeha Xiwêranê şermezar kir.

Di daxuyaniyê de hate gotin, piştî serkefitnên ku hêzên parastinê li herêmê pêk anîn, komplo li dijî herêmê zêde bûne.

HPC’ê îşaret bi hêzên li pişt vê êrişê kir û got armanc jê şikandina vîna gelên herêmê û têkbirina projeya demokratîk e û Pêngava Gurzê Gelan komploya li dijî herêmê têk bir..

Back to top button