Bafil Talabanî: Di bin êrişan de hevdîtina li gel Tirkiyê ne pêkan e

Serokê Yekîtî Niştimanî Kurdistan-YNK Bafil Talabanî eşkere kir ku di bin zext û êrişan de nepêkane biçe serdana Tirkiyê û got,
Eger were xwestin, ji bo çareserkirina pirsgirêka di navbera Tirkiyê û PKK de em amade ne navbênkariyê bikin.
Lê divê were zanîn ku Kurd xwedî înad in û wê ti tiştî bi zorê qebûl nekin.

Li Paytexta Başûrê Kurdistanê Hewlêrê Enstîtuya Lêkolînan ya Rojhilata Navîn forumek lidar xist.

Serokê YNK’ê Bafil Talabanî beşdarî yek ji panelên forumê bû û mijarê di rojevê nirxandin.

Bafil Talabanî li wê yekê mukir hat ku pêwndiyên wan li gel dewleta Tirkiyê ne başin û got:

“Zehmet e ku pirsgirêka me û Tirkiyê were çareserkirin min berê bi gotin ragihandibû ku ez ê neçim Tirkiyê. Lê niha bi rastî dibêjim, ez ê neçim.

Di wextekî de ku Tirkiyê bê sedem li Erbetê 3 hevalên min, 3 qehremanên şerê li dijî DAIŞê şehîd kirin, ez nikarim biçim serdana Tirkiyê.

Em alîgirin ku pêwendiyê li gel Tirkiyê were başkirin. Lê pirsgirêkên Tirkiyê hene. Nêrînên me cûda ne. Em rewşa li Rojavayê Kurdistanê bi awayekî cûda dibînin, ew bi awayekî cûda.”

Bafil Talabanî anî ziman ku Tirkiyê zextan li wan dike da ku navendên hin partî û rêxistinên siyasî li Silêmenî bigrin û got:

Partî û rêxistinên Tirkiyê behsa wan dike yasayî ne. Destûr ji Bexda û Hewlêrê wergirtine. Lewma ti heqê me tine ye ku em wan bigrin.

Serokê YNK’ê diyar kir ku eger were xwestin, ji bo çareserkirina pirsgirêka di navbera Tirkiyê û PKK de ew amade ne navbênkariyê bikin û got:

Em alîgirê diyalogê ne, lê Kurd bi înad in û tiştekî bi zorê qebûl nakin.

Back to top button