Ahîn Elî: Divê her kes tevlî meşa 13’ê mehê ya li Qamişlo bibe

13 Mijdarê roj yekşemê, li herêma Cizîrê meşeke navendî ji bo pêştgiriya berxwedana gerîla û şermezarkirina bikaranîna çekên kîmyewî tê li dar xistin..
Endama Meclisa giştî ya Partiya Yekîtiya Demokratîk PYD’ê Ahîn Elî bi riya televzyona me banga kir ku her kes tevlî meşê bibe û got:
“Gerîla rûmeta me ne, em bi wan hene. “

Li dijî êrişên dagirkeriya Tirk û bikaranîna çekên kîmyawî li dijî gerîlayên azadiyê, kurdistanî bi hêrsin..

li her derê kurdistanî di nava çalakiyan de ne û 13 Mijdarê roj yekşemê, li herêma Cizîrê meşeke navendî tê lidarxistin..

Meşa navendî bi dirûşmeya ”Bi vîna gel û gerîla emê çekên kîmyawî, dagirkeriyê û xiynetê têk bibin” wê pêk were.

Endama Meclisa giştî ya PYD’ê Ahîn Elî ku di nava komîteya amadekar a meşê de cih digre, banga tevlêbûna meşê kir..

Ahîn Elî bikaranîna çekên kîmyawî anî ziman û diyar kir ku dewleta Tirk ji ber têkçûye, bi çekên qedexekirî êriş dike:

Endama PYD’ê Ahîn Elî balê dikşîne li ser siyaseta qirkirina kurdan ku dewleta Tirk pêk tîne jî û got:

Gerîla bi şer û hêza xwe rê li pêşiya dewleta dagirker digre, gerîla rûmeta me ne û em bi wan hene.

Di dawiyê de, Endama Meclisa PYD’ê Ahîn Elî bang li her kesî kir ku bi erka xwe rabin û 13’ê mehê tevlî meşa girseyî ya li Cizîrê bibin:

Back to top button