QSD: Çeteyan êrîş kir, 50 ji wan hatin kuştin

QSD careke din ragihand ku heta 22’ê Cotmehê roja dawî ya agirbestê jî dewleta Tirk bê navber êrîşên xwe dewam kirine.
Hêzên Sûriya Demokratîk diyar kir ku ji ber êrîşan şervanên wan bersîv dane û 50 çete hatin kuştin.
QSD da zanîn ku di van êrîşan de 16 şervanên wan şehîd bûne.

Navenda Ragihandina QSD’ê der barê êrîşên çete û leşkerên artêşa Tirk yên dawî de daxuyanî da û ev agahî parve kirin.

22’ê Cotmehê Li Serê Kaniyê çeteyan bi erebeyên zirxî hewl dan xwe nêzî çeperên QSD bikin, lê belê şervanên QSD mafê xwe yê parastinê bikar anîn û bersîv dan.

Heman rojê danê sibê çeteyan bi çekên giran û piştgiriya balafirên bê mirov, xwestin êrîşî gundê Çelebê yê Kobanê bikin.

Êrîş heta êvarî demeke dirêj dewam kir û di vî şerî de bi qasî 50 çete hatin kuştin û erebeyeke zirxî hat teqandin.

Her wiha 22’ê Cotmehê tevgera balafirên keşfê li ser sînorê nêzî Dêrikê ranewestiya.

QSD: ŞERVANÊ QSD SEBRÎ ÇALAKIYEKE FEDAÎ PÊK ANÎ

Navenda Ragihandina QSD’ê ragihand ku, şervanê wan Sebirî piştî ku ket dorpêça çeteyan de, ji bo şekandina dropêçê çalakiya fedayî pêk anî û şehîd bû.

QSD: DI ÊRÎŞAN DE 16 ŞERVANÊN QSD ŞEHÎD BÛN

QSD’ê teqez kir ku, tevî agirbesta ku heta doh jî dewam dikir, bi giştî 16 şervanên wan şehîd û 13 jî birîndar bûn.

Leave a Reply

Back to top button