Pentagon: Ji parastina leşkerên me, em ê pergala parastina asîmanî bişînin Iraqê

Piştî kuştina Qasim Silêmanî di 3’ê Çileya 2020’an de, li dijî baregehên Emerîka yên li Iraqê gelek êriş pêk hatin, her dawî li 2 endamên hêzên Amerîkayê li bakurê Iraqê hatin kuştin.

Pentagon ji bo parastina leşkerên xwe li Iraqê biryara şandina pergalên parastinê yên asmanî Patriot ragihand.

Bi gurbûna aloziya di navbera Amerîka û Îranê de, nexasim piştî kuştina Qasim Suleymanî, car caran balyozxane û baregehên Amerîkî yên li Iraqê hatin hedefgirtin.

Îranê destpêkê weke bersiveke yekser, roja 8’ê çileyê, bi moşekan êrîş bir ser baregeha Eyn El-Esed ya li nêzî Hewlêrê.

Piştî êrîşê Pentagonê ragihand ku ti ziyan ne gihiştiye leşkerên Amerîkî yên li baregehê, lê piştre Amerîka li xwe mukir hat û bilançoya leşkerên xwe yên di êrîşê de rastî heja mejî hatine, li ser çend qonaxan, eşkere kir.

Di bîlançoya herî dawî ya Pentagonê de hat eşkere kirin ku 109 leşkerên Amerîkî di êrîşa li ser baregeha Eyn El-Esed de, mejiyê wan hejiyaye.

Her wiha Fermandariya hêzên hevpar a oparasyona “Ezim El-Silib” a Koalyîsyona Navnetewî ya li dijî DAIŞ`ê ragihand ku di 8`ê Adarê de 2 endamên hêzên Amerîkayê dema erkek hevpar bi hêzên ewlehiya Iraqê re li dijî DAIŞ`ê pêk dianîn li herêma Celebiye ya li bakurê Iraqê hatin kuştin.

Ji bo parastina leşkerên xwe yên li Iraqê, Pentagonê ragihand ku ew ê pergalên parastinê yên asmanî (Patriot) bişîne Iraqê.

Fermandarê Fermandariya Navendî ya Amêrîkayê, Kenneth McKenzie diyar kir ku li gorî agahiyên istixbaratî, Îran tevgera xwe ya dijminatî li herêmê dewam dike, ji be vê yekê Amerîka neçar e ku hêza xwe li dijî êrîşên Îranê xurt bike.

Amerîka Hebûna hêzên xwe li Iraqê bi tevgera şaneyên DAIŞ’ê ve girê dide û di çarçoveya Koalîsyona navdewletî de operasyonan li dijî bêrîkên çeteyan pêk tîne.

Back to top button