Vejîn Şengalî: Encax bi parastina cewherî em dikarin xwe biparêzin

Şervana Yekîneyên Jinên Şengalê Vejîn Şengalî diyarkir ku komkujiya bi serê jinên Şengalê de hatî, encama bê parastinê bû û got; “Lê îro jin bi xwe parastina xwe dikin û xwedî hêzek taybet a xwe ne.”

Vejîn Şengalî da zanîn ku komkujiya di sala 2014’an de bi serê Êzidiyan de hat ne tiştek hêsan bû, encamê bêparastina cewherî bû.

Vejîn di dewama axaftina xwe de dibêje:

“Beşek ji welatên navnetewî bi avakirina DAIŞ’ê,re êrişî ser civaka Êzidî kirin, me pişta xwe wê demê dabu PDK û hin hêzên Iraqê lê wan me tenê hiştin û reviyan.

Di nav salên borî de Gerîla YPG, YPJ, QSD’ê alîkara da jinên Êzidî da ku em xwe rêxistin bikin.

Hêzên Iraqê alîkariya me nekirin, ger alîkariyê nedin jî, bila rê li xwe parastina me jî negirin.”

Şervana YJŞ’ê Vejîn Şengalî di dawiya axaftina xwe de got:

“Piştî komkujiyê û revandina jinên êzdîxanê ji aliyên çeteyên DAIŞ’ê ve êdî em bûn xwedî hêz, bi hêza xwe emê xwe rêxistin dikin, ji ber ku emê bi hêza xwe vegerin li ser rastiya xwe.”

Back to top button