Ji ber kêmbûna avê li keviyên Firatê qirêjiya avê zêde bûye

Dewleta Tirk a dagirker ji ber ava Firatê kêm kiriye, ev yek hiştiye ku ava keviyên Firatê qirêj bibe.Ev yek xetereyeke mezin li ser jiyana şêniyên heremê çêdike.

Asta qirêjiya ava çemê Firatê ya ji ber birîna avê ji hêla dewleta Tirk a dagirker ve, bilind dibe.

Ji ber qutkirina ava çemê Firatê çem dibe çirav û asta ava di depoyan de kêm dibe.

Bi wê re bandoreke giran li dayîna kehrebeyê, dabînkirina ava vexwarinê û çandiniyê dike.

Ev yek xetereyeke mezin li ser jiyana şêniyên li ber keviyên çem dijîn, çêdike.

ji ber ku şêniyên gelek gund û bajarên Sûriyê ji bo vexwarinê ava çem bi kar tînin.

Dagirkeriya Tirk ava Firatê qut dike

Back to top button