Pentagon: Keştiya balafirên şer wê li Kendavê bimîne

Wezareta Parastinê ya DYA (Pentegon)ê raghand ku ji ber gefên Îranê, wê keştiya wan a balefirên şer li herêma Kendavê bimîne.

Keştiya balafirên şer ya DYA (USS Nimitz) ji meha Kanûna 2020’an ve li Kendavê dewriye digere.

Li gorî nûçeyên di çapemeniya Amerîkayê de, Wekîlê Wezîrê Parastinê yê Amerîka Christopher Miller fermana vegera keştiyê ji bo welat daye.

Lê di daxuyaniya îro ya Miller de hate gotin,

Ji ber gefên Îranê yên li dijî Serokê DYA Donald Trump û rêveberên welat, biryara xwe di ber çavan re derbas kiriye û biryara mayîna keştiyê li herêmê da.

Miller got, keştî wê di bin Fermandariya Hêzên Navendî yên DYA yên li herêma oparasyonê de bimêne.

Îran: Wê li dijî her êrîşekê bersiva me hebe 

Piştî vê daxuyaniyê ji Îranê bertek hat.

Berdevkê Wezîrê Derve yê Îranê Seîd Xetîbzade got,

Ew li dijî hemû senaryoyan amade ne.

Em ji bo van senaryoyan ti hikum nadin lê wê bersiva me hebe.

Bi salvegera kuştina Fermandarê Feleqa Qudusê Qasim Suleymanî û Fermandarê Heşda Şebî Ebu Mehdî El Muhendisî de, li Îran û Iraqê bangên tolhildanê hatibû kirin.

Back to top button