Moskova banga firehkirina diyalogên niştîmanî ya Lîbyayê kir 

Rûsyayê bang li aliyên Lîbyayê kir ku di nav de alîgirên Muemer Qedafî jî, qada diyaloga nîştimanî fireh bikin.

Cîgirê wezîrê karên derve yê Rûsyayê Sergey Verşînîn têkildarî diyaloga Lîbyayê ya ku bi sponseriya NY didome axivî û wiha got:

Divê aliyên Lîbyayê li ser lidarxistina hilbijartinan di dawiya vê salê de erê bikin û qada diyaloga nîştimanî bi tevlêbûna tevahiya hêzên siyasî, di nav de alîgirên serokê Lîbyayê yê berê Muemer Qedafî, fireh bikin.

Sergey Verşînîn diyar kir ku ger piraniya Lîbyan xwest hilbijartin pêk were divê ev daxwaz were bicihanîn.

Verşînîn îşaret bi rola NY kir û anî ziman li gel rêzgirtina ji serdestiya welêt re dikare alîkariyan pêşkêş bike.

Di forma dilayonên siyasî ya navbera aliyên şer yê Lîbya ku miha Mijdarê li Tunisê pêk hatibûn de alî li ser hinek xalan li hev kiribûn.

Yek ji van ya herî sereke jî wê li welat 24’ê Kanûnê hilbijartin pêk were.

Back to top button