Dagirker sûcên revandina keçên temen biçûk li Efrînê pêk tînin

Li Efrîna dagirkirî, zext û hovîtiya dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê bê navber dewam dikin.
Rêxistinên mafên mirovan eşkere kiirn ku dagirker jin û keçên temen biçûk li Efrînê direvînin û dibin Tirkiyê.

Li Efrîna dagirkirî, dewleta Tirk û çeteyên wê sûcên dermirovî li dijî jin û keçên temen biçûk pêk tînin.

Ji ber tirsa malbatê, piraniya sûcên revandina keçên biçûk û jinan tên veşartin.

Rêxistinên hiquqî kêm zêde karîn van sûcan eşkere bikin.

Rêxistina Mafê Mirovan a Efrînê- Sûrî ragihand ku çeteyan beriya mehek û nîv li taxa Zêdiyê ya Efrînê keçeke 13 salî revandibû.

Keça 13 salî ya ku hatibû revandin û rastî destdirîjiyên tund hatibû.

Sûcên dermirovî yên ku dewleta Tirk û çeteyên wê yên li dijî keçên temen biçûk pêk anîne, gelek in.

Ji van revandina keça temen biçûk ya bi navê Melek Nebî Xelîl e.

23’ê Gulana 2020’an Melek ji mala xwe ya li gundê Dêwrîş yê Şera hat revandin û piştî çend heftiyan kuştî hat dîtin.

19’ê Tabaxa 2020’an, çeteyan keça temen biçûk a bi navê Selwa Ehmed Şaşo revandin.

Piştî demekê Selwa ji girtîgeha çeteyan ya li gundê Emara hat berdan û rewşa wê ya derûnî gelek xerab bû, tenê gotina
” na ez naçim Lîbyayê ” digot.

Di Gulana sala derbasbûyî de di encama pevketina çeteyên dewleta Tirk xwe bi xwe, girtîgeheke jinan li navenda Efrînê hat dîtin.

Di girtîgehê de 11 jin bi awayekî ne exlaqî hatin dîtin.

Derbarê Mijara revandina jin û keçên temen biçûk û rûbirûbûna wan bi destdirêjiyan re, rêxsitinên Mirovî daxwaz ji NY’ê kirin ku rewşa jinên revandî li Efrînê bişopînin.

Tûlay Hatim Ogullari: Dewleta Tirk sûcên dermirovî li dijî jinên Efrînê pêk tîne

Parlamentera HDPê, Tûlay Hatim Ogullarî, derbarê revandina jinên Efrînê û veguhastina wan ber bi lîbyayê ve piştrast kir ku dewleta Trik berpisyarê van sûcan e.

Tûlay eşkere kir ku bi sedan jin ji Efrînê hatin revandin û weke koleyan wan dişînin Lîbyayê.

Tûlay diyar kir ku jinên Efrînî di girtîgeha çeteyên ku destdekê ji dewleta Tirk digirin de rastî destdirêjiyan tên.

Rêxistinên Hiquqî eşkere kirin ku piştî dagirkirina Efrînê, zêdeyî hezar jin û keç hatin revandin.

Back to top button