Beriya 34 salan Serokwezîrê Siwêdê Olof Palme ji aliyê hêzên tarî ve hat kuştin

Serokwezîrê Swêdê Olof Palme dostekî gelê Kurd bû û piştgiriya têkoşîna azadiyê ya Kurdan dikir.
Bi heman rengî piştgirî dida têkoşîna azadiyê ya gelên bindest ên cîhanê jî.
Di sibata 1986’an de Palme di encama êrişeke plankirî de hat kuştin û yekser êriş avêtin ser PKK’ê.
Li ser vê yekê hema bi lez û bez PKK xistin lîsta terorê. Lê par Dozgeriya Siwêdê kujerê Palme eşkere kir û diyar kir ku kujer sala 2000 xwe kuştiye.
Kuştina Olof Palme bû mijara filmekê. Di filmê de îtîrafa ku dewletê bi salan kujer ji nedîtîve hatiye tê kirin.

28’ê Sibata 1986’an Serokwezîrê Siwêdê Olof Palme di encama êrişeke plankirî de hat kuştin.

Hêzên Navnetewî yekser PKK ji êrişê berpirsyar girtin.

Palme ku lîderekî Sosyal Demokrat bû, di heman demê de weke dostê gelên bindest û çepgiran jî dihate zanîn.

Hêzên hegemononîk piştî kuştina Olof Palme PKK kirin lîsteya terorê

Piştî bûyerê plana ku danîbûn yek bi yek xistin meriyetê û PKK’ê di asta navnetewî de terorîze kirin.

Destpêkê Elmanya, piştre DYA û Brîtanya PKK’ê xistin lîsteya ‘Rêxistinên terorîst’.

Piştî 34 salan derket hole ku eleqeya PKK’ê ji kuştina Olof Palme nîne

Lê piştî 34 salan, 10’ê Hezîrana 2020’an Serokê Komîsyona Lêkolînê ya bûyera kuştina ‘Olof Palme’ dozger Krister Petersson yê Swêdê eşkere kir ku eleqeya PKK’ê ji vê kuştinê nîne û diyar kirin ku kujerê Olof Palme siyasetmedarê partiyeke rastgir a Siwêdê Stig Bergström e.

Piştî doz hate bi encamkirin kuştina Palme kirin fîlm

Piştî doza kuştina Serokwezîrê berê yê Siwêdê Olof Palme hate biencamkirin, li Siwêdê filmekî ji 5 beşan pêktê hate çêkirin.

Balkêşe film tam jî rastî salvegera damezrandina PKK’ê ango di meha Mijdarê de hate weşandin.

Film niha weke gava pêşîn di Netflix’ê de ketiye weşanê.

Fîlm behsa çîrokeke rast dike û xwe dispêre Pirtûka, Thomas Pettersson ya di sala 2018’an de li ser kuştina Olof Palme nivîsîbû.

Di fîlm de tê nîşandan ka Polîsên Siwêdê li ser fermana dewletê, tevî hemû şahidan û belgeyên şênber çawa kujer ji nedîtîve hatine, binçav nekirine, ji bo reşkirina delîlan û xapandina raya giştî hewldaneke çawa dane nîşandan.

Di fîlm de şefê polîsan ê dixwaze lêpirsînê birêve bibe, bê wext tê teqawitkirin û ji lêpirsînê tê dûrxistin. Kesê ji aliyê hikûmetê ve tê erkdarkirin yekser dixwaze bûyerê bixe sitûyê PKK’ê û Kurdan.

Lê tevî van hewldanan jî hinek peyamên siyasî jî di fîlm de tê dayîn û di du cihan de îşaret bi hebûna CIA’yê ya li pişt komployê tê kirin!

Rêber Apo jî dibêje, yê PKK’ê xist lîsteya terorê û her wiha Palme hedef girtin, gladioyaya NATO’yê bû.

Back to top button