Rapora bo Nord Stream: Sedem teqînek bihêz e

Polîsê Danîmarkî, di lêkolîna xwe ya li ser boriyên Nord Stream de, gihîşt wê encamê ku ew gaza ku di ber boriyan re diçû, ji ber teqînên “pir bi hêz” pêk hatiye.
Tê texmînkirin ku bûyer sabotaj e.

Di dawiya meha Îlonê de, polîsê Danîmarkî ji raya giştî re li ser lêkolîna xwe ya der barê derçûna xetên gazê yên Rûsyayê Nord Stream 1 û Nord Stream 2 a li Deryaya Baltîkê agahdar kir.

Polîs di daxuyaniyekê de got;

Em gihîştine wê encamê ku “teqînên pir bi hêz” bûye sedema dibereçûyîna gazê.

Polîs ragihand ku lêkolîn wê ji aliyê tîmeke hevpar a bi Servîsa Ewlekarî û Îstîxbaratê ya Danîmarkayê (PET) ve were meşandin.

Lê belê hat gotin hîn zû ye ku mirov tiştekî bibêje ka wê bi Swêd û Almanyayê re lêpirsîneke hevpar bê kirin an na.

Ji aliyê din ve dîmenên ku di çapemeniya Swêdê de hatin weşandin, asta ziyana boriyan eşkere dike.

Vîdyoyên ku ji aliyê rojnameya Expressen ve hatine weşandin nîşan didin ku herî kêm pêncî metre ji xeta boriyê hatiye hilweşandin an jî di bin deryayê de maye.

Di dîmenên ku heştê metre di binê deryayê de hatine kişandin de, şikestinên mezin û metalên çalkirî yên di lûleyê de jî balê dikişîne ser xwe.

Kremlîn: Ev yek bi armanca sûcdarkirina me ye

Di daxuyaniya Rûsyayê de hat gotin lêkolînên navneteweyî yên ji bo tespîtkirina xisara boriyên li binê Derya Baltîkê hatine kirin, ji destpêkê ve bi armanca sûcdarkirina Rûsyayê ye.

Berdevkê Kremlînê Dmitri Peskov got;

“mantiqa bingehîn” nîşan dide ku zirara boriyan derbeyek li berjewendiyên Rûsyayê ye.

Peskov îdia kir ku lêpirsîn bêyî agahiya Moskowê “bi dizî” hatiye kirin.

Welatên Ewropa ji teqînê Rûsya sûcdar dikin.

Rêveberiya Moskow jî îdia dike ku ev yek tenê di berjewendiyên Amerîka, Polonya û Ukraynayê de ye.

Back to top button