Arzê Hesen: Ji ber helwestên hinek aliyan destkeftiyên netewî nayên parastin

Fermandara Giştî ya YPJ’ê Arzê Hesen, diyar kir ji ber helwestên hinek aliyan destkeftiyên netewî nayên parastin. Ji ber vê êdî dem hatiye Kurd siyaset, stratejî, dîplomasî û artêşeke hevpar ava bikin. 

Fermandara Giştî ya Yekîneyên Parastinên Jin (YPJ) Arzê Hesen ji televîzyona Medya Haber’ê re li ser astengiyên li pêşiya yekîtiya netewî ya Kurd û rêyên wê yên çareseriyê axivî.

Arzê Hesen diyar kir, gelê Kurd ji bo bikare jiyaneke birûmet bijî, berdêlên mezin daye, lê ji ber ferasetên ku nayên yekîtiyê, deskeftiyên netewî nayên parastin.

Fermardara Giştî ya YPJ’ê Arzê Hesen da zanîn ku her carê hinek astengî derdikevin pêşiya yekîtiya Kurd û got:

Hinek alî dikarin hebûna xwe, siyaset û armanca xwe, bixin pêşiya armanca giştî ya gelê Kurd! Ev yek timî valatiyek di pêkhatina yekîtiya netewî ya gelê Kurd de çêdike.

Arzê Hesen diyar kir ku helwesta partiyên Kurd dibe sedem ku yekîtî pêk neyê û anî ziman ku şerê Kurd bi Kurd ku Kurd, weke “Birakûjî” bi nav dikin, bûye sedem ku em bi salan êşa wê jiyan bikin.

Li ser hewldanên dewleta Tirk ên dixwaze PDK’ê li dijî PKK’ê bide şer kirin jî Arzê Hesen

“Êdî dema wê ye ku Kurd siyast, stratejîk, dîplomasî û artêşeke hevpar ava bikin.

Em dikarin bi vî awayî xeyalên hemû gelê Kurd û şehîdan pêkbînin”.

Arzê Hesen di dawiyê de li ser erkên dikeve li ser hêzên parastina jin jî nirxandinên girîng kir û got:

Em amadene di vê mijarê de çi ji me bê xwestin pêkbînin. Ji bo xeyalên gelê me pêk werin, erka dikeve ser milê me emê bicih bînin.

Back to top button