Edhem Barzanî: Dewleta Tirkî demografîya Başûrê Kurdistanê diguhêre

Endamê Encûmena Serkirdayetiya PDK’ê Edhem Barzanî bang li rayedarên Başûrê Kurdistanê kir ku li hember dagirkeriyê xwedî helwest bin. Siyasetmedar û mamosteyên zanîngehên başûrê kurdistanê jî piştras kirin ne ji PKK’ê ba wê wêneyên Atatork li herêmên Başûrê Kurdistanê hatibana hildan. 

Endamê Encûmena Serkirdayetiya PDK’ê Edhem Barzanî, derbarê dagirkeriya dewleta Tirk û zêdegaviyên wê ku gihaşt 40 KM’yî ji xaka Başûrê Kurdistanê, nameyeke wiha ragihand:

“Cihê ku dewleta Tirk dikevê de, nema derdikeve, ji ber wê ew dagirkeriyeke dijwar e, koçberkirin û talankirinê bi xwe re tîne û guhertina demografî pêk tîne.”

Edhem Barzanî bang li berpirsyarên Başûrê Kurdistan, Iraq, Netewên Yekbûyî, partiyên siyasî û rêxistinên civaka kir û got:

” Dewleta Tirk bi awayekî plankirî warên dîrokî yên Kurdistanê dagir dike, dişewitîne û talan dike.

Divê hêzên başûr, Iraq û yên naventeweyî li hember van kiryarên Tirkiyê bêdeng nemînin.”

“Ne ji PKK’ê bûya, wêneyên Ataturk dê li Başûrê hilawestî bûna”

Endamê Encûmena Tevgera Azadî ya Kerkûkê Omer Hacî Hisên jî derbarê pilanên dagirkeriyê de wiha got:

“Ger PKK’ê li Başûrê Kurdistanê nebûya, wê wêneyên Ataturk li bajarên Herêma Kurdistanê bihatana hilawistin.”

Omer Hacî Hisên daxuyakirin ku dewleta Tirk van hemû kiryarên xwe bi piştgiriya hêzên dijî PKK’ê pêk tîne.

Omer hecî bang li hin partiyên başûrê Kurdistanê kir ku ji jêr xizmeta dewleta Tirk derkevin, nehêlin Tirkiyê dagirkeriya xwe berfireh bike.

“Erdogan hewl dide li Kurdistanê Osmaniyê vegerîne”

Mamosteyê Zanîngeha Helebçeyê Rezwan Yalanpê jî da zanîn ku Erdogn planên Osmaniyan li heremê dubare dike.

Yalanpê li aliyekî din bêdengiya navnetewî û piştgiriya PDK’ê ji MÎT Tirk re şermezar kir

Back to top button