Li Heleb û Şehbayê ji bo darizandina Erdogan zêdetirî 55 hezar îmze hatin komkirin

Ji ber sûcên ku artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê li dijî jinên li Efrînê pêk aniye, jinên Heleb û Şehbayê ji bo darizandina serokê desthilata faşîst a Tirk Erdogan 55 hezar û 170 îmze kom kirin.

Tevgera Jinên kurd yên Ewropayê TJK-E 25’ê Mijdarê kampanya ”100 sedem, 100 hezar îmze” ji bo darizandina Erdoganê dîktator da destpêkirin.

Armanca kampaniyayê eşkerekirina siyaseta qirkirina jinan ya ku AKP’ê, pêk tîne.

Wekî berdewamiya vê kampanyayê, Kongreya Star li herêma Efrînê, Şehbayê û bajarê Helebê ji bo cezakirina Erdogan, îmze kom kirin.

Li kantona Şehbayê (34 hezar û 626), li bajarê Helebê (20 hezar 544) îmze hatin komkirin.

Endama Koordînasyona Kongreya Star a herêma Efrînê Fatimê Silêman got:

“Ji bo dadgehkirina Erdogan ji ber sûcên wî, me 34 hezar û 626 îmze kom kirin. Ev îmze ji bo ku bighêjin Tevgera Jinên li Ewropayê wê radestî Komîteya Têkiliyan bên kirin.

Back to top button