Medya Iraqê ragihand, îro Wezîrê Parastinê yê Iraqê Sabit Mihemed Seîd serdana Tirkiyeyê kir û li gel serokê MÎT’ê Hakan Fîdan civiya.
Di civînê de li ser rêyên hevkariya hevbeş a di navbera Iraq û Tirkiyeyê de bi taybetî di aliyê îstixbaratî û dayîna hev ya zanyariyan de axivîne.
Hevdîtina Wezîrê Parastinê yê Iraqê li gel serokê MÎT’ê, di demek de ye ku êrişên dewleta Tirk a dagirker yên li ser xaka Iraqê bi taybetî jî li ser Şengalê zêde bûne.
Herî dawî roja 27’ê Sibatê de dewleta Tirk bi balafira bê mirov û bi çek li Şengalê li wesayîtekê da.
Di encama vê de du fermandarên YBŞ’ê şehîd û şervanek jî birîndar bû.
Her wiha roja 1’ê Adarê jî balafira bê mirov a dewleta Tirk li navenda Şengalê wesayîtek bombebaran kir.
Di encamê de ji rêveberên Asayîşa Êzidxanê Şerzad Şemo Qasim şehîd bû.