Meclisa Netewyî ya Katalonyayê êrîş şermezar kir

Meclîsa Neteweyî ya Katalonyayê, êrîşên dagirker ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûrî şermezar kir û bal kişand ser vî tiştî ku daxwazên gelê Kurd, daxwazên Katalanan e jî.

Meclîsa Neteweyî ya Katalonyayê a ku li Îspanyayê xwedî xweseriyeke mezin e êrîşên dewleta tirk li dijî herêmê şermezar kir û got:

Em vê êrîşa hikumeta Erdogan a li ser gelên li Bakur û Rojhilatê Sûrî bi tundî şermezar dikin.

Ev êrîş hiqûqa navneteweyî bin pê dike.

Em careke din piştgiriya dewleta Îspanyayê ya ji dewleta Tirk re jî şermezar dikin.

Meclisê diyar kir ku em piştgiriyê didin daxwaza xweseriyê ya gelê Kurd.

Careke din derketiye holê ku hikumeta Îspanyayê piştgiriyê dide rejîmên faşîst.

Gelek welatên Ewropayê biryar dane ku li ser tirkiyeyê ambargoyek çekan bidin destpêkirin lê helwesta hikumeta Îspanyayê li dijî helwesta welatên Ewropayê ye.

Leave a Reply

Back to top button