QSD: li Girê Spî çeteyan kadroyên tenduristiyê revandin

Hêzên Sûrriya demokratîk encama şerê 24 saetên dawî ji berxwedana Rûmetê ya li dijî dagirkeriya Dewleta Tirk eşkere kir.
QSD’ê ragihand ku şervanên wan taxa Pişesazî ya Serê Kaniyê paqij kir û 78 leşker û çeteyên Dewleta Tirk hatine kuştin.

QSD’ê diyar kir ku, bi deh-hezaran çete êrîşî, Girê Spî, Silûk, nêzî Kampa Eyn Îsa, Serê Kanî, Amûd Koban, Dirbêsî û Dêrikê kirin.

Ev êrîşa wan jî bi piştgiriya hewayî û bejahî ya Artêşa Tirk a dagirker pêk hat.

QSD’ê destnîşan kir ku, bi awayekî bê serûber balafir û topavêjên dagirkeran li van deveran didin.

Li Girê Spî, erebeyeke ambulansê ya ku birîndar vediguhestin hat hedefgirtin û kadroyên wê hatin revandin.

Li eniya gundê Sikeriyê yê Silûkê jî, 10 çeteyên Dewleta Tirk di encama 2 operasyonan de hatin kuştin.

BERXWEDANA RÛMTÊ
QSD: HEJMAREK MALBATÊN DAIŞ’Ê JI KAMPA EYN ÎSA REVIYAN

Her wiha QSD’ê hişyarî da ku, ji ber tevlheviya li nêzî Kampa Eyn Îsayê hajmareke malbatên DAIŞ’ê reviya.

Di heman demê de, 3 sivîl ji ber bombebaran û topbarana çeteyan li gundên Xirab Rişkê, Birkê û Rîhanîkê şehîd bûn.

Li heman eniyê, şervanan bersiv da û 3 çeteyên Dewleta Tirk hatin kuştin, tê texmînkirin MIT’a Tirk jî di nav wan de bûn.

BERXWEDANA RÛMTÊ
QSD: TAXA PIŞESAZÎ YA SERÊ KANIYÊ HAT PAQIJKIRIN Û 87 ÇETE Û LEŞKER HATIN KUŞTIN

Li Bajarê Serê Kaniyê QSD’ê teqez kir ku, li taxa pişesaziyê şervanên wan li çeteyan zîvirîn û 8 çete hatin kuştin, yên din jî reviyan.

Li Til Helefê jî şervanan çete bi paşde vegerandin.

QSD’ê hedefgirtina sivîlan jî bibîr xist û got, sivîlên ku ji bo sekinandina şer çûn Serê Kaniyê, balafiran li wan da û 12 kes şehîd û 64 jî birîndar bûn.

QSD’ê diyar kir ku, li nêzî gundê Sift şervanan bersiv da êrîşa Dewleta Tirk û 3 leşker hatin kuştin.

Navenda Ragihandina QSD’ê teqez kir, ji doh ve 78 çete û leşker hatin kuştin û 28 jî birîndar bûne.

BERXWEDANA RÛMTÊ
QSD: DI 24 SAETÊN DAWÎ DE 20 ŞERVANÊN ME ŞEHÎD BÛN

Her wiha şehadeta 20 şervanên xwe û birîndarkirina 58’an jî ragihandin.

Leave a Reply

Back to top button