Mike Pompeo: Ji nişka ve serdana wilayeta enbar a Iraqê kir

Wezîrê Derve yê Emerîka Mike Pompeo ji nişka ve serdana navenda leşkerên Emerîka ya li bajarê Enbar ya Iraqê kir.

Serdana Pompeo, piştî êrîşa li dijî navendeke leşkerî ya Emerîka li Kerkukê, pêk hat.

Têkildarî serdana Pomeo ne rayedarên Irak û ne jî yên Emerîka ti daxuyaniyek fermî nedan.

27’ê Kanûnê li dijî baregeheke leşkerî ya hêzên Emerîka û Iraqî lê bûn êrîşek bi moşekan pêk hat.

Koalîsyona Navnetewî jî ragihand ku xebatkarekî li gel hêzên Emerîka dixebitî jiyana xwe ji dest daye û ji hêzên Emerîka û Iraqê jî birîndar hene.

Rayedareke Emerîka ku ji ajansa Reutersê re axivî, îdia kir ku ev êrîş ji aliyê çekdarên Hizbulaha Iraqî yên bi piştevaniya Îranê pêk hatiye.

Leave a Reply

Back to top button