Komisyona Mafên Mirovan a Iraqê: 490 xwepêşander hatine kuştin

Komîsyona Mafê Mirovan ya li Iraqê diyarkir ku ji meha Tebaxê ve di xwepêşandanên Iraqê de herî kêm 490 kes hatine kuştin.

Xwepêşandanên li Iraqê li dijî gendelî, sîstema rêveberiya welat û daxwaza xizmetguzariyê, ji meha Tebaxê ve dewam dikin.

Di derbarê rêjeya kuştî û birîndaran de, duh Komîsyona Bilind ya Mafê Mirovan a li Iraqê daxuyaniyek belavkir.

Li gorî komîsyonê 490 xwepêşander hatine kuştin û zêdetirî 22 hezar jî birîndar bûne.

Herwiha hate gotin, agahiyên li ser 56 xwepêşanderan jî nayê zanîn.

Komîsyonê behsa kesên hatîn binçavkirin yan jî girtin nekir.

Tevî îstifakirina serokwezîrê Iraqê, hîn jî xwepêşandanên li Iraqê dewam dikin.

Di rojên dawî de, serokkomarê Iraqê Berhem Salih jî îstifaya xwe radestî parlamentoyê kir.

Xwepêşander dixwazin namzetek serbixwe ji bo namzetiya serokwezirtiya Iraqê were diyarkirin.

Leave a Reply

Back to top button