Meclisa Kongra Star a Qamişlo bi daxwiyaniyek bang li cîhanê kir qada hewayî li ber balafirên Tirkiyê bigirin.
Daxuyanî ji aliyê endama Kongra Star Rîhan Temo ve hate xwendin.
Di daxuyaniyê de hate gotin:
“Erdogan bi hinceta avakirina ‘herêma ewle’ careke din gefên êrişan li herêmê xwarin.
Dewleta Tirk bi vê yekê dixwaze hîn zêdetir desteka navneteweyî werbigire.
Helwesta hêzên navneteweyî û hêzên garantor ên der barê êrişan de cihê rexnê ye.”
Kongra Star dawiyê ev bang kir :
“Divê qada hewayî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê were girtin, nabe cîhan bêdeng be.”