
Li hermên Bakur û Rojhilatê Sûriyê 80 kesên din bi vîrûsa Coronayê ketin û kesekî jî jiyana xwe ji dest da.
Desteya Tenduristiyê diyar kir ku kesên pêketî..
- 23 li Hesekê
- 11 li Qamişlo
- 3 li Dirbêsiyê
- 2 li Girkê Legê
- 2 li Kampa Holê
- 2 li Dêrik
- 1 li Amûdê
- 1 li Reqa
- 1 li Til Temirê
- 1 jî li Kobanê
- 1 li Rimêlan
Desteyê her wiha eşkere kir ku zilamekî ji Kampa Holê jiyana xwe ji dest da û 10 kesên din ji vîrûsê baş bûne.
Bi van daneyên dawî re, jimara pêketiyan li herêmê dibe hezar û 839 kes, ji wan 69 kesan jiyana xwe ji dest daye û 486 kes jî baş bûne.