Rêveberiya Xweser: Tirkiye destê xwe xistiye her derê..Divê civaka navdewletî bibizive

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûrî kirin û rola dewleta Tirk a wêranker hem li herêmê û hem li her devera ku tiliya wê de te heye, şermezar kirin. Rêveberî, ji ber dibîne wê ev destwerdan raneweste, ji civaka navdewletî û welatên Ereb xwest ku bi awayekî lezgîn li hember projeyên wêrankirinê yên dewleta Tirk bisekinin.

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûrî li hemberî kirinên dewleta Tirk ên ku wê ranewestin, daxuyaniyek da û banga destwerdanê li civaka navdewletî kir..

Rêveberiyê di serî de bal kişand ser rola Tirkiyê ya wêranker li her deverê, ku destwerdana wê li Sûriyê sînordar nemaye û li Iraq, Deryaya Spî û parzemîna Afrîkayê jî serweriyê binpê dike.

Rêveberiya Xweser anî ziman ku ji destpêka aloziya Sûrî de, dewleta Tirk xwedî roleke neyînî û wêranker e û nasnameya Sûriyan bi rêya piştevaniya komên çete dikuje.

Rêveberiyê îşaret bi vê rola wêranker li şerê vê dawiyê navbera Ermenistan û Azerbeycanê diqewîme jî kir, ku bi sekna dewleta Tirk bi Azerbecanê re û şandina çeteyan jê re, mebestên dewleta Tirk ên dagirkeriyê eşkere dike.

Li gorî Rêveberiya Xweser, şandina van çeteyên Sûrî bo her devera bi şer, piştrast dike ku Tirkiyê qet ji bo berjewendiya Sûriye û gelên wê nexebite.

Tiştê ku divê koma bi navê “Îtîlafa Sûrî” vê yekê ji xwe bipirse..

Li ser van kirin û binpêkirinan, Rêveberiya Xweser ev siyaset şermezar kirin û bang li NY, Konseya Ewlekariyê, YE, NATO, Komkara Welatên Ereb û dewletên xwedî rol li herêmê, kir ku destwerdanê bikin û sînorekî li hember van kirinên wêranker deyînin.

Rêveberiyê teqez kir ku, “ji ber bi vî rengê ku dewleta Tirk tev digere û bêyî ti alî li pêşiya wê bisekine, ev wêranî wê berdewam bike û ti aramî li hemû herêmên ku destê Tirkiyê digihêje wê pêk neyê”.

Back to top button