Ragihandina azad: em hedef girtina rojnamevanên me şermezar dikin

Yekîtiya Ragihandina Azad bi daxuyaniyekê komkujiya dewleta Tirk a roja Yekşemê li Serêkaniyê li dijî konvoya ku sivîl û rojnamevan kir hedef şermezar kir.

Daxuyaniya Yekîtiya Ragihandina Azad wiha ye:

Karwanê destekdayîna mirovahiyê ya sivîlan, ku ji herêmên Cizîrê ber bi bajarê Serêkaniyê ve diçû, ji aliyê artêşa Tirk ve duh êvarê hate hedefkirin û di encamê de rojnamevan bûn qurbanî.

Di encama topbaranê de nûçegihanê ajansa HAWAR`ê Saed Ehmed û Nûçegihanê Çira TV”î Mihemed Hise Reşo şehîd bû û 7 Rojnamevanên din jî birîndar bûn.

Yekîtiyê di daxuyaniya xwe de ragihand ku heta niha nehatiye diyarkirin bê ka rojnemevanên biyanî şehîd bûne yan na.

Yekîtiya Ragihandina Azad daxuyaniya xwe wiha bi dawî kir:

Em Yekîtiya Ragihandina Azad, sersaxiyê ji hemû heval û malbata hevrêyên xwe Seed Ehmed û Mihemed Hise Reşo re dixwazin, soza şopandina rêya heqîqetê didin.

Doh balafirên Artêşa Tirk a dagirker konvoya diçû Serê Kaniyê kir hedef di encamê de 11 sivîl 8 jê zarok şehîd bûn, bi giştî 74 kes têde birîndar bû.

Leave a Reply

Back to top button