Meclisa Malbatên Şehîdan û welatiyên Til Temirê 20 şehîdên Berxwedana Rûmetê bi merasîmekê bi bîr anîn.
Merasîm bi beşdariya bi sedan şênî û endamên saziyên sivîl û şervanên Meclisa Leşkerî ya Til Temirê dest pê kir.
Di merasîmê de Mihemed Seîd Şêxmûs li ser navê Meclisa Malbatên Şehîdan axivî û got,
“Nivîskarên mezin yên cîhanê nikarin keda van şehîdan wesif bikin. Her şehîdekî/ê dîrokeke nû nivîsand.”
Yek ji fermandarên Meclisa Leşkerî ya Til Temirê Çîçek Zagros, hevalên xwe yên şehîd bi bîr anî û wiha got,
“Me 12 hezar şehîd ji bo vê şoreşê dane, em ê tevî gelê xwe parastina destkeftiyên wan bikin.”
Merasîma bîranînê bi pêşkêşkirina sînevîzyonekê li ser jiyana şehîdan bi dawî bû.