Saturday 2026/06/20
  • عربي
Ronahi TV
No Result
View All Result
  • SEREKE
  • NÛÇE
    • BAKUR Û ROJHILATÊ SÛRÎ
    • SÛRIYÊ
    • KURDISTAN
    • ROJHILETA NAVÎN
    • HERÊMÊN DAGIRKIRÎ
    • CÎHAN
    • POLÎTÎKA
  • JIN
  • CIVAK Û JIYAN
  • ÇAND Û HÛNER
  • CIWAN
  • BERNAMEYÊN TV
    • 20 DEQA CÎHANÎ
    • ABORÎ
    • ASOYA CIWAN
    • BERNAMEYA TAYBET
    • BIN XET
    • BÛYER
    • CANGORIYÊN AZADIYÊ
    • DIBISTANA ROJIYÊ
    • DOKUMENTER
    • EKOLOJÎ
    • FÎXAN
    • GOTAR
    • HEVGIRTINA BAWERIYAN
    • HÊVIYÊN HÛNANDÎ
    • HEVPEYVÎNA HEFTÊ
    • HUNERA DESTAN
    • ÎROJ
    • JI BAKUR
    • JIN AKTÛEL
    • JIN Û ÇAND
    • JÎNDAR
    • KELEYÊN AZADIYÊ
    • KÊLIYÊN VEJÎNÊ
    • NUÇEJIN
    • NÛÇEYÊN BI DÎMEN
    • PLATFORMA AZAD
    • PORTRE
    • RASTERÊ
    • ROJEVA RONAHI
    • ŞERÊ GELÊ ŞOREŞGERÎ
    • ŞERVANÊN KEDÊ
    • SIBEHA RONAHI
    • TENDERUSTÎ
    • WERZÎŞ
    • JI KANIYA KURDAN
    • LÊGERÎN
zindî zindî
  • SEREKE
  • NÛÇE
    • BAKUR Û ROJHILATÊ SÛRÎ
    • SÛRIYÊ
    • KURDISTAN
    • ROJHILETA NAVÎN
    • HERÊMÊN DAGIRKIRÎ
    • CÎHAN
    • POLÎTÎKA
  • JIN
  • CIVAK Û JIYAN
  • ÇAND Û HÛNER
  • CIWAN
  • BERNAMEYÊN TV
    • 20 DEQA CÎHANÎ
    • ABORÎ
    • ASOYA CIWAN
    • BERNAMEYA TAYBET
    • BIN XET
    • BÛYER
    • CANGORIYÊN AZADIYÊ
    • DIBISTANA ROJIYÊ
    • DOKUMENTER
    • EKOLOJÎ
    • FÎXAN
    • GOTAR
    • HEVGIRTINA BAWERIYAN
    • HÊVIYÊN HÛNANDÎ
    • HEVPEYVÎNA HEFTÊ
    • HUNERA DESTAN
    • ÎROJ
    • JI BAKUR
    • JIN AKTÛEL
    • JIN Û ÇAND
    • JÎNDAR
    • KELEYÊN AZADIYÊ
    • KÊLIYÊN VEJÎNÊ
    • NUÇEJIN
    • NÛÇEYÊN BI DÎMEN
    • PLATFORMA AZAD
    • PORTRE
    • RASTERÊ
    • ROJEVA RONAHI
    • ŞERÊ GELÊ ŞOREŞGERÎ
    • ŞERVANÊN KEDÊ
    • SIBEHA RONAHI
    • TENDERUSTÎ
    • WERZÎŞ
    • JI KANIYA KURDAN
    • LÊGERÎN
No Result
View All Result
Ronahi TV
No Result
View All Result

Rêveberiya Xweser: Projeya me ji bo parastina yekbûna Sûriyê ye

September 28, 2020
in BAKUR Û ROJHILATÊ SÛRÎ, SÛRIYÊ
A A
Rêveberiya Xweser: Projeya me ji bo parastina yekbûna Sûriyê ye
Share on FacebookShare on Twitter

Rêveberiya Xweser ji bo daxuyaniya Welîd el-Muelim ku vê dawiyê ji NY re şandibû û tê de behsa herêmên Bakur û Rojhilatê Sûrî kiribû, daxuyaniyek da raya giştî. Rêveberiyê teqez kir ku ti niyeta wan û parçekirina xaka Sûriyê tune ye û divê hikumeta Şamê dest ji vê hişmendiya xwe berde û ji bo gel û xizmeta wî bixebite.

Buroya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûrî der barê daxuyaniya Wezîrê Derve yê hikumeta Şamê Welîd El-Muelim daxuyaniyek da.

Buroyê diyar kir ku “tevî ev çend sal in hikumeta Şamê xwe ji rêya çareseriyê dide alî, bi hişmendiya xwe ya hişk tev digire û çavê xwe ji dagirkeriya dewleta Tirk ji erda xwe re digire, her carê wê berpirsekî wê derkeve û bi zimanekî dûrî aqilan der barê herêmên Bakur û Rojhilatê Sûrî de biaxive.

Buroyê got:

Rastiya vî zimanê teqez dike ku hikumeta Şamê di cîhaneke xeyalî de dijî.

Li şûna ku ji bo xizmeta Sûriye û gelê wê bixebite û êşa ku gel ji ber komên çete û rewşa aborî dikişînin sivik bike, tê û dixwaze bi van daxuyaniyan her tiştî vegerîne sifir.

Buroya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser, Muelim bi şaşwazkirina raya giştî û xwediserçengkirina rastiyan tawanbar kir.

Buroyê bal kişand jî ku Muelim hewl dide bi van daxuyaniyan kirin û binpêkirinên hikumeta xwe der barê gelê Sûrî de binuxumîne û tevliheviyan li herêmên ji DAIŞê rizgarkirî çêbike.

Buroyê teqez kir ku projeya Rêveberiya Xweser niştmanî ye û parçekirina Sûriyê naxwaze.

Ji bo Dêra Zorê jî, Buroyê anî ziman ku Muelim hewl dide çavan ji kirinên rejîmê yên fitneyê, dagerîne.

Ji bo mijara petrolê jî em hertim dibêjin ew malê hemû gelên Sûrî ye, lê em mat dimînin ku çawa rejîm ji cîhanê napirse gava DAIŞê ev yek didizî û difirot Tirkiyê.

Bi dana van daxuyaniyan ji aliyê hikumeta Şamê ve, Buro dibîne ku ev hişmendî wê qet nikaribe ti çareseriyê ji Sûriyê re bibîne.

Buroya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser di dawiyê de teqez kir ku çi axaftina li pêşberî aliyekî navdewletî were kirin, divê ji bo xizmeta gelê Sûrî, derxistina dagirkeriyê û darizandina berpirsên komkujiyên Sûriyan be.

Previous Post

QSD’ê çeteyekî DAIŞ’ê li Hesekê girt

Next Post

48 kesên din bi Corona ketin, 1 jî jiyana xwe ji dest da

Weşana girêdayî

KJK:Xwedî li Rêber Ocalan û girtiyan derkevin
BAKUR Û ROJHILATÊ SÛRÎ

KJK ji bo festîvala şehîd Zîlan peyam şand: Niha dema jinan e

Bi 150 wêneyan 2`mîn Festîvala Wênekêşiyê dest pê kir
BAKUR Û ROJHILATÊ SÛRÎ

Bi 150 wêneyan 2`mîn Festîvala Wênekêşiyê dest pê kir

Parêzgarê Hesekê û wezîrê perwerdeyê navendên ezmûnan şopandin
BAKUR Û ROJHILATÊ SÛRÎ

Parêzgarê Hesekê û wezîrê perwerdeyê navendên ezmûnan şopandin

Ronahi TV

© Hemû maf parastî ye

Girêkan ên wêbsaytê

  • SEREKE
  • NÛÇE
  • JIN
  • CIVAK Û JIYAN
  • ÇAND Û HÛNER
  • CIWAN
  • BERNAMEYÊN TV

Li me bişopînin

Welcome Back!

Login to your account below

Forgotten Password?

Retrieve your password

Please enter your username or email address to reset your password.

Log In

Add New Playlist

No Result
View All Result
  • SEREKE
  • NÛÇE
    • BAKUR Û ROJHILATÊ SÛRÎ
    • SÛRIYÊ
    • KURDISTAN
    • ROJHILETA NAVÎN
    • HERÊMÊN DAGIRKIRÎ
    • CÎHAN
    • POLÎTÎKA
  • JIN
  • CIVAK Û JIYAN
  • ÇAND Û HÛNER
  • CIWAN
  • BERNAMEYÊN TV
    • SIBEHA RONAHI
    • NÛÇEYÊN BI DÎMEN
    • NUÇEJIN
    • ÎROJ
    • BERNAMEYA TAYBET
    • 20 DEQA CÎHANÎ
    • RASTERÊ
    • CANGORIYÊN AZADIYÊ
    • ABORÎ
    • ASOYA CIWAN
    • BIN XET
    • BÛYER
    • DIBISTANA ROJIYÊ
    • DOKUMENTER
    • EKOLOJÎ
    • FÎXAN
    • GOTAR
    • WERZÎŞ
    • HÊVIYÊN HÛNANDÎ
    • HEVPEYVÎNA HEFTÊ
    • HUNERA DESTAN
    • JI BAKUR
    • JIN AKTÛEL
    • JIN Û ÇAND
    • JÎNDAR
    • KELEYÊN AZADIYÊ
    • KÊLIYÊN VEJÎNÊ
    • PLATFORMA AZAD
    • PORTRE
    • ROJEVA RONAHI
    • JI KANIYA KURDAN
    • LÊGERÎN
    • ŞERÊ GELÊ ŞOREŞGERÎ
    • ŞERVANÊN KEDÊ
    • HEVGIRTINA BAWERIYAN
    • TENDERUSTÎ
  • العربية
  • ZINDÎ

© Hemû maf parastî ye